1 Mart 2012 Perşembe

Zimanê Kurdî zimanê muzîkê ye!



Yek ji hunermedê herî serkeftî ya ji nişfê nû ya mûzîka Kurdî Cesur Rekawt ku bi strana "To" hate nas kirin ûji bo HAWAR NET'ê axifî. .Cesur Rekawt bi hemû dilgermiya xwe bersiva pirsên me da  û behsa jiyana xwe ya mûzîkê û projeyên xwe yên nû kir. Rekawt derbarê rewşa mûzîka Kurdî û mijarên aktuel de jî daxûyaniyên girîng da...


-HAWAR NET: Birêz Cesur te albûma xwe ya ya bi navê “To” beriya çend mehan derxist. Tu dikarî xwe hinekî xwendevanên me bide nasîn. Cesur kiye, ji ku ye? 


Cesur Rekawt: Di destpêkê de ji bo dem veqetandinê ez ji we re spas dikim. Ez li Bajarê Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê ji dayik bûme. Ev çend sale ez li Ewropa  li Antwerpen a welatê Belçîka yê dijîm. Min Li vî welatî dest bi  perwerdeya xwe ya muzîkê kir û min xelaskir. Hê jî ez li bajarê Antwerpenê dijîm. 


-HAWAR NET: Aranjorê albûma we Ayhan Evcî ye.  Tu bixwe xwest ku bi wî re kar bikin. Tu dikarî derbarê behsa pêvajoya derketina albûma xwe bikî?


Cesur Rekawt: Birastî min dixwast ez kareke baş û profesiyonel bikim. Ji bo vê yekê jî ez tim di nav tewgerekê de bûm. Bi alikariya hevala min Roşna, min Ayhan Evci naskir. Gava min li xebatên Ayhan guhdar kir, min fam kir ku min aranjorek li gorî dile xwe dîtiye. Li ser albumê em bi hevre axivîn û me  biryar da ku emê bihevre bixebitin. Piştî biryarê me dest bi xebatên albumê kir.


 "Muzik zimaneke ku herkes dikare jê fam bike ye"


- Gelo gûhdarvanên te kengî klîba te temaşe bikin?


Di demek nêz de kliba me wê bê weşan di ekranan de. Karê me yî wênegirtin û Kişandinê xelasbû. Niha klip di montajê de ye. Di klibê de gelek hevalan piştgirî dan min. Ez bi navbeynkariya we ji van hevalên xwe re (Sayid û Karzan Karox , Bella , Safaa ) spas dikim.




- Di mûzîka we de her çiqas formên mûzîka gêlerî a Kurdî hebin jî piranî formên mûzîka modern û rojavahî hene. Ev yek tercîha we bû?


Muzik zimaneke ku herkes dikare jê fam bike. Ev ziman sînorên mêjî û cografyayan derbas dike. Ayhan jî di muzîkê de wisa difikire. Em li ser albumê bihevre axivîn. Piştî du sê hevdîtinan me biryar da ku em bihevre bixebitin. 


"Nifşên pop û rock ê di nav muzika Kurdî de destpêkiriye lê em nikarin bêjin li ser bingeheke xurt hatiye rûniştin"


- Tu nava kurdan de eleqeya ser mûzîka modern a Kurdî çawa dibînî? Li gorî we pêşaroja pop û rocka Kurdî  û bi giştî mûzîka modern a kurdî çawa ye?


Hûn dikarin bi her awayî, bi her nifşî muzîka xwe amade bikin ya pewist ewe ku naveroka muzika we ne vala be. Muzika Kurdî gelek dewlemende, Mirov dikare gelek li ser bixebite û ceribandinên nû bikarbîne. Zimanê Kurdî jî li gorî min zimanê muzîkê ye. Em dikarin bêjin nifşên Pop û Rock ê di nav muzika Kurdî de destpêkiriye lê em nikarin bêjin li ser bingeheke xurt hatiye rûniştin.


Lê di pêşerojê de nifşên nû jî dê cihê xwe bigrin dinav muzikê de. Xebatên bi van nifşan jî bi giranî teqlîd derbas nekiriye û bi zanistî nehatiye kirin. Lê em nikarin rolê hinek hunermendên Kurd ji bîr bikin. Wan di van nifşande bi xebatên balkeş cihê xwe girtine û pêşvekirine ji bo hunermêndê nû.


- Tu ji başûrê Kurdistanê yî gelo azadiya li başûr ser mûzîka başûr bandorek çawa kir. Tu ferqa mûzîka bakûr û başûrê Kurdistanê çawa dibînî.


Azadiya li başûr pêşiya muzikê û huner û hunermendan vekir. Ji xwe muzik, huner, çand ku azadî hebe pêşve diçe. Ku mirov azad be, muzika ku biafirîne jî azade. 


Cudahiyeke mezin di navbera muzika bakur û başûr de tuneye, ji ber ku çand yek e. Çi başûr, çi bakur. Kurd, Kurde. Dîrok yeke, jan yeke, Çand yek e. Lê di muzikên heremî de hindek cudahî mirov dikare bibîne, lê ew jî dewlemendiya muzika Kurdî ye.


"Divê hunermendên Kurd zaravayên welatê xwe bizanibe"


- Hûn ji bakûr, başûr ji cîhanê kîjan hunermendan gûhdarî dikin.


Ez gelek nifşên  muzikê guhdari dikim, lê bi taybetî pop û rock . Ez tarzê muzikjenên Cîhanê dişopînim. Ji ber vê yekê jî ez li pirr muzîkjenan,hunermandan guhdar dikim. Ji boy muzîkjen peşve biçe pêwiste xebatên nûjen jî yê cîhanê bişopîne.






"Divê bo muzîka Kurdî de platformeke internetê hebe"


- Tu zaravaya Kurmancî jî dikarî biaxifin û tu qet hatiye bakûrê Kurdistanê?


Raste, Ez demekê li çûm bakurê Kurdistanê. Hevalên min yê  ji bakur jî pirrin. Ez zaravayên zimanê Kurdî dizanim, yek ji wan jî Kirmanciye. Li gorî min Hunermend gerek zaravayê welatê xwe bizanibe. Ji ber ku huner  sînoran derbas dike. 
- Tu medyaya Kurdî û pêşketinên siyasî û rojevê dişopînî?


Belê, ez gelek medyayên bi Kurdî û yên cîhanê dişopînim. Divê mirov ji derûdora xwe agahdar be. Bi rastî medyaya Kurdî roj bi roj pêşve diçe. Li ser înternetê malperên gelek baş weşanê dikin. Bûyerên li Kurdistanê ez ji van malperan dişopînim.
"Muzîk, helbest, pirtûk, kovar, şano, sînema; ziman û çanda gel diparêze û li dijî asîmîlasyonê çekeke pir mezine"


- Wek tê zanîn li cîhanê bazara mûzîkê ji ber înternetê di qrîzê ye. Her wiha ji ber rewşa taybet a Kurdan jî firotina albûmên Kurdî qels e. Di rewşeke wiha tu ji derxistina albûman çawa dibînî. Gelo albûm êdî tenê ser înternetê bê weşandin ne baştir e?


Derxistina albuman xebateke dijware. Xebateke pirr buhaye. Wek ku we jî got, bi sedema internetê firotina albumên bi Kurdî qelse. Sedem ne bitenê internete, sedema herî mezin li muzîke xwedîderketin tune. Ji bilî firotinê, hunermendên Kurd zêde nikarin qonseran jî çêkin ev jî pirsgirêkeke mezine. Gava ku firoştin tunebe,qonser tunebe dê muzîk çawa pêşve biçe. Ji ber van sedeman hunermendên Kurd di 5-6 salan de albumekê nû çêdikin. 


Muzîk, helbest, pirtûk, kovar, şano, sînema; ziman û çanda gel diparêze û li dijî asîmîlasyonê çekeke pirr mezine. Ji ber vê yekê dagirkeran herdem qedexekirine. Gava ku ev jî qels bibin, dê asîmîlasyon zêdetir biserkeve.


Di bazara muzîka Kurdî de platformeke internete jî ne amade ye. Ji bo weşana li ser înternetê divê bingeh amade be, lê hê ew bingeh tuneye.


- Navbera te bi hezkiriyên te re çawa ye. Bi wan re pêywendiyên te bi çi avahî ne? Tu bersiv didî mesaj û maîlên wan?


Ez muzîkê ji boy wan amade dikim. Ez gelek ji wan hezdikim û li gor demê xwe ez bersiva hemû mesaj û mailan didim. Têkilî û pêywendîyên mîn yê bi guhdarvanên min re pirr başe. 




- Ensturmaneke ku tu dikarî lê dî heye?


Belê, min perwerde ya gîtarê dîtiye û ev çend salin ez li ser gitarê dixebitim.


- Hedef û armancên te bo dahatû çine? 


Armanca min ,di Muzika Kurdî de ez û stranê xwe cihekî baş bigirin, û di tarza pop û rockê de roleke min hebe. 


"Xewna min rabûna sînoran nav axa Kurdistanê ye.."


- Em dixwazin pirsa xebatên we bikin, rojên pêşde çi projên we heye? 


Ez Ji bo xebatên baştir çêkim dixebitim. Ez niha li ser video klîpên albuma xwe disekinim. Hêdî hêdî dest bi stranên albuma xwe ya duyem dikim. Ji bo stranên xwe gotin û awazan amade dikim.


- Xewna we ya bextewariyê çiye?


Xewna min Kurdistan e..Xewna min ewe ku sînorên di navbera axa Kurdistan de rabin.


-Tiştekî ku we herî eciz dike çiye?


Mafxwarin, min pirr eciz dike. Gava ku mafê min an jî mafê hinek din têne xwarin û tiştek ji destê min nayê ez pirr eciz dibim


-Rojeke te ya normal çawa derbas dibe tu dikarî hinek ji jiyana xwe ya taybet behsa xwendevanên me re bikî…


Gava ku karê min xelas dibe ez bi hevalên xwe re dem derbas dikim. Ji gerê hez dikim. Bi hevalên xwe re digerim û sohbetan dikim. Li malê muzik heye û li devre jî wekî herkesî me.


- Di dawiyê de derveyî pirsên vê hevpeyvînê hûn dikarin tiştek bêjîn ji xwendevanên me re û lê zêde bikin… Hûn dikarin tiştên nehatine bîra me ku em bipirsin hûn bi xwendevanên me re parve bikin...


Ez dixwazim bi navbeynkariya we spas bikim ji hevalên xwe re yê ku di xebatên min de piştgirî danê  min. Di serî de ez ji aranjor û hevalên min Ayhan  Evcî re spas dikim. Kedeke pirr mezin xiste albuma min.  Ez ji hevalê min î hêja Jan Arslan re jî gelek spas dikim. Jan ne tenê bi Gotin û awazên xwe piştgirî daye min. Di xebatên albumê de rolek mezin girt. Û ji hevala hêja Roşna Xan re jî jibo alikariya wê spas dikim


- Em wek HAWAR NET spasiya te dikin. Di dawiyê de hûn dixwazin tiştek bêjîn û lê zêde bikin?


Di dawîyê de ez spasîyê xwe ji xebatkarên HAWARNET ê re dikim. Ji HAWAR Net ê re dil û deriyê min hertim vekiriye û ji xwendevanên we re û guhdarvanên xwe re spas dikim. .(HAWAR NET / Servîsa çand û hunerê)

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder